Şiyar Îsa: Li Rojavayê Kurdistanê Kesayetiyeke Kurdî Tê Avakirin

Rewşa Rojavayê Kurdistanê di kêşe û aloziyan re derbas dibe. Ev yek jî ji ber gefa çekdarên Dewleta Islamî û bandora şerê li dijî wan li ser rewşa jiyanê û bingehên civaka sivîl heye ku nuha pêdevî bi guhdanê ne.

Şiyar Îsa yek çalakvanên civaka sivîl e û şarezayê zanistên siyasî ye. Wî dest ji welatê Swîdê berda û vegeriya Kurdistanê da ku dest bi xebatên sivîl bike.

Di hevpeyvîna birêz Şiyar de bi Dengê Amerîka re, wî got ku tevî zor û dijwariyan rewşê li Kurdistanê, lê ev cara yekem e ku Kurd li Sûriyê dibin xwedî biryar û herêmên xwe birêve dibin.

Birêz Şiyar herwisa dibêje, hêviyên mezin hene li paş vê qeyrana Sûriyê û divê ku her kes kar û xebata xwe bike da ku ji paşerojê re amade be.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Siyar Îsa-5-30-15LA.wav