Kampeyna pakirina gundên Kobaniyê û derdora wê ji çekdarên DAIŞ û paşmayên wan ji mayîn û bombeyan li ser destê şervanên Kurd û mîlîtanên Burkan El-Fûrat berdewam dibe.
Serokê desteya parastinê ya Kantona Kobaniyê Ismet Şêx Hesen di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re li ser rewşa şer û pêdaçûna wê axivî û got ku piraniya gundên Konbaniyê hatine pakirin û hêza DAIŞ li wir pir lawaz bûye.
Herwisa, birêz Hesen got ku şer û berevaniya ku li Kobaniyê û seranserî Rojavayê Kurdistanê dibe, wê bibe pêşeng ji paşeroja Sûriye re piştî ku ji DAIŞ were rizgarkirin.
Your browser doesn’t support HTML5
Hevpeyvîna Ismet ŞêX Hesen-LA.wav