Fermandarê berê yê stana Florida ya Amerîkî Jeb Bush îro Duşemê bi fermî berbijariya xwe jibo hilbijartinên serokatiya Amerîka li bajarê Miami radigihîne. Bi vê yekê, Bush dê bibe 11emîn berbijarê Komarî di vê pêşbaziyê de.
Bushê ku kur û birayê du serokên Amerîkî ye, pereyekî baş di kepmeyna xwe de daye hev û ji destpê ve tê bawerkirin ku berbijarê Komarî yê sereke be. Lê di rawergirtinên niştimanî yên vê dawiyê de, diyar dibe ku du rikaberên wî hene, ew jî senatorê Florida Marco Rubio û Fermandarê stata Wisconsin Scott Walker.
Hemdem, berbijarê partiya Demokrat û wezîra derve ya berê Hillary Clinton kempeyna xwe li stana Iowa berdewam dike. Di hilbijartinên 2008 de Clinton dengên pêwîst li Iowa nedabû hev.