Rojnamevanekî el Cezîre li Berlînê Tê Girtin

Televizyona el Cezîre ya navdar ragihand ku rojnamevanekî wê yê Ereb roja Şemiyê li Almanyayê jiber fermaneke girtinê li Misirê hate binçavkirin.

Ehmed Mensûr yê ku yek ji rojnamevanên herî girîng yên el Cezîre ye, li Firokxaneya Tegel ya Berlînê hate girtin, li dema ku hewil dida derbasî firokeyeke Qeterî bibe.

El Cezîre got, berê cezayê 15 sal zindan li Mensûr hatiye birîn, li ser tawana êşkencekirina parêzerekî li Meydana Tehrîr sala 2011. Mensûr û el Cezîrê vê tawanbariyê red dikin.

Berdevkê Polîsê Almanyayê Meik Grauer got, desthilatdaran rojnamevanekî Misirî Brîtanî yê 52 salî girtine, bêy ku navê Ehmed Mensûr eşkere bike. Grauer herwiha got, dozgir dê îro Yekşemê berê xwe bidin fermana girtinê derheqê rojnamevanê girtî de.

Li meha Oktobera borî, el Cezîre got, polîsê navnetewî anku Interpol daxwazeke Misirê qebûl nekir ku “têbîniyeke sor” ragihîne jibo girtina Mensûr.

Di daxuyaniyekê de roja Şemiyê, Rêvebirê Giştî yê el Cezîre Mustefa Souag banga azadkirina demûdest ya Ehmed Mensûr kir.