Afrîqaya Başûr Dibe Armanca Rexneyên Tund

Bașurê Afrîqa dibêje reng e ew ji dadgeha gunehkariya navnetewî bikișe, piștî bilindbûna guftûgoyan li dor redkirina wê ji girtina serokê Sudan Omer el-Beșîr re li ser tawanên jenosîd.

Peyîvdarê hikûmetê Jeff Radebe îroj Pêncșemê ev yek ragihand, piștî kombûna hikûmetê û got kișanddin dê çareya dawî be piștî pêdaçûnan li sîstema Roma ya girêdayî bi prensîbên dadgeha gunehkariyan a navnetewî.

Serok Beșîr hefteya borî li bașûrê Afrîqa bû ji bo kombûna du rojan a serokên welatên Yekîtiya Afrîqî.

Li gor sîstema Roma, bașûrê Afrîqa karîbû li gor daxwaza dadgeha navnetewî wî bigire.

Rêzdar Beșîr pêgirî bi biryara mayîna li wir nekir û ji dêvla mayînê vegeriya Xartum û nema desthilatadarên Bașurê Afrîqa dikarin bigehin wî.

Dadgeha Bașûrê Afrîkqa biryara girtina derxist piștî çend demjimêran ji derketina wî ji welêt.

Hêjayî gotinê ye ku rêzdar Beșîr tawanbare bi gunehkariyên șer û jenosîd yên girêdayî bi șerê Darfur, ku Netweyên Yekbûyî texmîn dike 300 hezar kes tê de jiyan xwe ji dest dan û bêhtirî 2 mîlyon kes bêwar man.