Piştî Êrîşa Sûse, Tûnis Jimareke Qanûnên Dijî Terorê Radigihîne

Serokwezîrê Tûnisê roja Şemiyê bang li hemû welatiyan kir ku bihevre kar bikin jibo têkbirina terorîzmê, li vê dema ku bi hezaran geştiyar xwe amade dikirin da ku ji welêt derkevin, piştî êrîşa terorîstî ya herî xirab li wî welatê Bakurê Afrîqayê.

Geştiyar li firokxaneya nêzîkî bajarê Sûse yê beravî kom bûn da ku vegerin welatên xwe. Li wî bajarî, mêrekî roja Îniyê tivingek li ser beravê bikar anî û 39 kes pê kuştin. Piraniya kuştiyan jî geştiyar bûn.

Serokwezîrê Tûnisê Hebîb Esîd di konferanseke rojnamevanî de îro Şemiyê got, “şerê dijî terorê berpirsiyeke niştimanî ye.”

Birêz Esîd pêde çû û got, “em di şerê dijî terorê de ne. Ev yek jî metirsiyeke cidî ye jibo yekîtiya niştimanî li vê qonaxa nazik ya ku welêt tê re derbas dibe.”

Serokwezîrê Tûnisê jimareke qanûnên nû jibo şerê tundrêbûnê ragihand. Di nav wan de jî şopandina pereyên ku jibo rêxistinên berguman yên radîkalîzmê belav dikin tên, girtina 80 mizgeftên ji derveyî kontrola hikûmetê û ragihandina hinek deverên çiyayî, wekî deverên leşkerî.