Hisên Şihade Rewşa Penabrên Hesekê Dinirxîne

Jiber şer û pevçûnên giran li bajarê Hesekê, bi hezaran ji xelkên wê koçber bûn û berê xwe dan bajrên derdora wê mîna Amûdê, Dirbêsiyê û Qamişlo.

Di vê hevpeyvînê de Hisên Şihade, endamê komela Amûdê ya Xêrxwaziyê de bi Dengê Amerîka re got ku niştecihên Amûdê bi camêrî pêşwaziya penaberan kirin û mal û cihên xwe li ber wan vekirin.

Şihade herwisa dibêje, jimara penaberan zêde bûne û ji 1200 malê bêtir li Amûdê bicîh bûne, lê karîna wan li ber jimarê pir kêm û lawaz e.

Şihade got, pêdivî bi alîkariyê heye û divê ku destek bê dayîn ji rêxistin û kesaytên ji Amûdê re ta ku bi erkê xwe rabin.

Şihade anîn ziman ku tu cudahî di nav Kurd û Ereban tuneye û li herkesê xwedî tê derketin ta ev rewş çareser bibe.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî fayê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Hisên Şihadê-LA-7-1.wav