Emced Othman: Hikûmeta Tirkîyê Naxwaze Amerîka Kurdan Çekdar Bike

Wezareta Berevaniya Amerîka ragîhand ku projeya wê di Sûriye de jibo rahînandina rikeberiya Sûrî ser neketiye û kêşeyan jiber peydakirina xwebeşan dikşîne da ku wan amade bike jibo şer.

Siyasetmedar Emced Othman dibêje, Sûriye bûye cihekî aloz ji berjewendiyên navnetewî re û Amerîka bi hesanî nikare cihê lingê xwe li wir bigire.

Othman herwisa dibêje, heta niha Amerîka bi fermî berê xwe nedaye hêzên Kurdan û nexistiye projeya rahînan û biçekirinê û sedema wê jî Tirkîyê ye.

"Sedema serekî ya vê yekê, dewleta Tirkî ye ku bi xurtî li dijî miletê Kurd xebatê dike û rêyên alîkariyê li ber YPG digere."

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vê faylêadeng vekin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Emced Othman- LA_7-2.wav