Alav Hisên: Koçberên Hesekê Hêdî Hêdî Vedigerin Bajêr

Ji ber şerê li bajarê Hesekê bi hezaran niştecihên bajêr mişext û koçber bûn, lê nuha piştî bipaşvexistina çekdarên DAIŞ'ê, xelk êdî vedigerin malên xwe.

Şervanên Kurd û hêzên rejîma Sûriyê hewil didin ku DAIŞ ji piraniya bajêr derxînin.

Peyamnêrê radyoya ARTA FM li Hesekê Alav Hisên ji Dengê Amerîka re dibêje ku rewş nuha baştir dibe û DAIŞ ji gelek deverên bajêr derketiye ji ber fişara rêjîma Sûrî û hêzên Kurdî bi alîkariya hêza navnetewî li ser wan li taxên başûrê Hesekê.

Birêz Alav herwiha dibêje, li taxên Kurdan alîkarî ji aliyê rêveberiya xweseriya demokratîk û hêza YPG ve tê kirin da ku hemû pêdiviyên rojana ji gel re bê peydakirin.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Alav Hisên-7-4-LA.wav