Eşref Sîno Kuştina Serokê Gruba Xorasanê li Sûriye Dinirxîne

Pentegonê ragîhand ku di êrîşa wan ya ezmanî de li ser bajarê Helebê serokê gruba Xorasan ya bi ser el-Qaîda ve li Sûriye hate kuştin.

Pentegone herwiha got ku kuştina wî ji Amerîka re serkeftineke mezin bû.

Berpirsê rêxestina Mafê Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriye (DAD) di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got ku stratejiya rêxistinên radîkal mîna el-Qaîda xurt e û bi kuştina serok û rêberên wê ew têk neçe.

Birêz Sîno herwisa li ser gruba Xorasanê dibêje ew beşek bû ji Cebhet el-Nusra ve ya bi ser el-Qaîde ye û plan wan ku di Sûrî de xwe xurt bikin û kontrola wê bikin di qonaxa sisêyan de ji şerê Sûrî ve.

Di dawiyê de Sîno dibêje rêxistinên radîkal bi tûndî bervaniyê di ber berjewendiyên xwe dikin û zû bi zû ji holê ranabin.

Your browser doesn’t support HTML5

Eşref Sîno-7-22-LA.wav