Faruk Aktaş Operasyonên Artêş û Polîsên Tirkiyê Dinirxîne

Operasyonên hevdem yên hûndir û derveyî sînoran ku ev 2 roj in berdewam dikin, bûn sedema bertekên cuda li bîra giştî ya Tirkiyê.

Rojnamevan Faruk Aktaş, operasyonên Tirkiyê yên ser bingehên DAIŞ û PKK’ê û yên li hûndirê Tirkiyê berdewam dikin, ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Tirkiye ev demeke jiber tohmetên alîkariya DAIŞ’ê di zorê de bû. Bi lihevkirina bi Amerîka re ev operasyon dane destpê kirin. Tirkiye wê bi piştgiriya civaka navnetewî pişta xwe xurtir bike.”

Aktaş dibêje, “Nebawerim operasyonên li hûndirê Tirkiyê û ser bingehên PKK’ê zêde bidomin. Îhtimal e wê prosesa çareseriyê bidome û hikûmet jî PKK jî paşve gav bavêjin.”

Ew balê dikişîne ser, piştî van operasyonan gelo wê KCK di şer de biryarê bide yan na, ev ê li parlemanê helwest û biryara HDP’ê jî diyar bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Faruk Aktaş re