Faysal Dağlı Behsa Fakterên Guhertina Siyaseta Tirkiyê Hember DAÎŞ Dike

Teqîna bajarê Sirucê guhertinek bi ser siyaseta Tirkiyê hember DAIŞ û Kurdan û tevahiya pirsa Sûrî aniye.

Enqere demdest êrîşên esmanî dijî bingehên DAIŞ û PKK pêk anîn, gelo çima di vê demê de Tirkiyê helwesta xwe hember Kurdan guhert?

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rêveberê rojnama Bas Haber Faysal Dağlı dibêje, guhertina helwesta Tirkiyê bi çend fakteran ve girêdayî ye.

Birêz Dagli dibêje, ev fakter ev in: givaştina welatên Rojava da Tirkiyê beşdarîyê di şerê dij terorê bike û rewşa siyasî ya ya hundir Tirkiyê û encamên hilbijartinan û serkeftina HDP, û wiha jî çend pirsên din.

Birîz Dağlı herwisa da zanîn, Tirkiyê bi behana şerê DAIŞ dê herêmeke parastî li navbera Efrîn û Kobaniyê durist bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Feysel Dagli