Di encama teqîneke xwekuj de, 29 kes li parêzgeha Kunduz ya bakurê Afganistanê hatin kuştin.
Karbidestekî Afganî îro Yekşemê ragihand ku piraniya kuştiyan endamên komên çekdar yên neqanûnî bûn ku berê şerê hêzên ewlekariyê û serhildayên çekdar kirine.
Karbidestê devera Xan Abad li Kunduz Heyatullah Amiri got, êrîşbirekî xwekuj civîneke komên çete derengî Şemiyê kir armanc. Wî got, 25 kes ji yên kuştî endamên wan komên çekdar bûn. Di nav wan de jî 4 kesên rayedar bûn. Yên mayî jî sivîl bûn.
Di heman êrîşê de 19 kes birîndar bûn, 15 ji wan sivîl bûn.
Di emailekê de jibo dezgehên medyayê de, berdevkê Talîban Zabihullah Mucahid berpirsiya êrîşê xist stûyê rêxistina xwe de.
Talîban êrîşên xwe li seranserî welêt zêde kiriye, ji dema ku Amerîka û NATO sala borî rola xwe ji şer guhertin bo rahênana hêzên Afganî.