Muhsin Osman: Pêngavên Ebadî Xwekuştina Siyasî Ye

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dest bi nexşeyeke reforman dike, piştî nerazîbûna xelkê gihiştî bilindtirîn ast, nehêlana gendelîyê li Îraqî ne bi hêsanî ye û divê palpiştîyeke bihêz hebe da bidawî bibe.

Pêngavên Ebadî, li gor şarezayan, dijî destûra welat e, lê ew hîn li ser ladana karbidestên bilind yên welêt berdewam e.

Endamê parlamena Îraqî Muhsin Osman di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, bizavên serokwezîrê Îraq derbarê nehêlana gendelîyê ne destûrî ne û ew ber bi xwekuştineke sîyasî ve diçe, lê ewî piştevanîya rêberên olî yên Îraq û Îranê heye.

Birêz Osman herwisa da zanîn ku ladana karbidestên bilind weku cîgirên serok û cîgirên serokwezîr tê wateya nehêlana sazana niştîmanî yan rengek e bo parçekirina Îraqê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Muhsin Osman