DAIŞ Pirtûkên Perwerdeyê Amade Kirine

ISIS Curriculum

Naverokê pirtûkên DAIŞ hatiye danan jibo fêrkirina bîrûbaweriyên jidervey Mezhebê Sûnî û Olê Îslamê.

Di gel nêzîk buna demê destpêkirina sala xwendinê ya 2015-2016ê li Îraq û Sûriyê Rêkxistina binav Dewleta Îslamî DAIŞê, pirtûkên xwendinê çapkirine û dixwaze naveroka van pertukan bikin menhecê xwendinê û bikin bingehê perwerde û hînbûnê li wan xwendingehan yên ku, niha li Sûriye û Îraqê li jêr Kontrola çekdarên wan de ne.

Li gor raportan û hind rêkxistinên navnetewî yên parastina mafên mirovan, naveroka van pertukan bi tevahî dijatiya Ol û baweriyên ji dervey Ola Îslamê û Mezhebê Sûnî dike, yanî bernameya wan ya xwendinê hiç toleransiyê jibo Olên din û mezhebên din li herêmê nahêle û qebûl nake, herweha zarok û xûrtan liser riya tûnd û dijwariyê perwerde dikin, ev jî, jibo rêkxistinên mafên mirovan û Çavdêrên mafên medenî cihê xemgîniyê ne.

Erê ev pêşhat çend bi tirse? Heta çi ast DAIŞ wê bi karibe vê bernameya Perwerde û hînkirinê li gor têgehiştina xwe bi domîne?

Bernama Em û Siyaset mêvandariya Dr. Kemal Seîdo, şarezayê pirsên Rojhilata Navîn li Rêkxistiya Gelên li Jêr Gefan li Elmaniya û Xerîb Mustefa Hemexan, endamê perlemanê Herêma kurdistanê ji lîsta Yekgirtuya Îslamî.

Jibo guhdarî kirina Bernama Em û Siyaset failê deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

DAIŞ Pertukên Perwerdeyê Amadekirine