Di çend rojên dawî de, rewşeke awarte li Cizîrê heye. Agahiyên ku, ji wêderê tên pir xirab in û ev çend rojin derketina derve qedexe ye.
Dengê Amerîka , li ser vê mijarê li gel nivîskar Seyitxan Mîr hevpeyvînek çêkir. Mîr di axiftinên xwe de got: Rewşeke gelek xirab li Cizîrê heye, ev çend roj in, em bê elektîrîk û av in. Hêzên ewlekarîya dewletê di nav bajêr de digerin û guleyan li ser gel dibarînin.
Heta nuha 6 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Yek ji Qurbaniyên vê rewşê welatî Remezan Çagirga ye.
Di dema bûyerên sala 1992an de bi ketina bombeyekê di nav mala wî de 7 endamên malbata wî hatbûn kuştin.
Remezan Çagirga dîsan bû qurbanê rewşa nuha li Cizirê heyî, keca wî Cemîle jî doh hat kuştin. Ji ber qedexebûna derketinê, xelkê bajêr nikarin ji malên xwe derkevin, neçar mane termê Cemîle xistine sarincê hetanî rewş aram dibe û bikarin wê bibin goristanê veşêrin.
Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê.
Your browser doesn’t support HTML5
Seyitxan Mîr