Xezal Keçek Din ya Êzidî Serpêhatiya Xwe û Zordestiya DAIŞê Tîne Ziman

Ezidi girls

Keçeka dî ya Êzdî, koleya mala Ebu Bekir Bexdadî çîroka xwe ji Dengê Amerîka re vegêra û dibêje, wî rêberê komela Dewleta Îslamî DAIŞ li wê û hevalên wê dixist û gefên destdirjêjiya zayindeyî û marekirinê li wan dixwarin, lê wan şiya xwe rizgar bikin.

Xezala, kû nexwestî navê xwe eşkere bike, serpêhatiya xwe vegot, demê ew û hevala wê Zînat hatîn zîndan kirin digel Kayla Muelle, karmenda aîkariyên mirovanî ya Amerîkî li Suriyê. Hêşta dayik û bab û xuşk û birayên Xezalê di deste DAIŞ de mane û ew çi ji wan nizane.

Wê, gote Dexîlê Şemo, wan gelek zehmetî û eşkence ji destê Bexdadî û jin û zarokên wî dîtin, lê ew ber wê nakevin çinko wan şiya xwe rizgar bikin berî destdirêjî liser wan bê kirin.

Jibo guhdarîkirina Xezalê dataya deng bitikîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Xezal: Em Ber Nexweşiyan Nakevin Çinko Em Rizgar Bun