Li Sûriyê çavdêriya mafê mirov ku bingeh li London e dibêje 56 endamên hêza hikûmeta Sûrî hatin kuştin ji aliyê çekdarên Îslamî ve li parêzgeha Idlib.
Çavdêriyê îroj şemiyê got şervanên rêjîmê bi gullebaranê hatin kuştin li bingeha Esmanî ya leşkerî Abû Duhûr.
Wê got kuştin demekê berê vê hefteyê bû lê dupatkirina mirina wan çend rojan dirêj kir ta ku hate ragihandin.
Abû Duhûr ew yek ji bingehên leşkerî yên dawiyê bûn, ku roja 9 mehê ket bin destê serhildêrên Îslamî, di nav dejî cebhet el-Nusra ya girêdayî bi el-Qaîde ve.
Tê zanîn ku koalîsyona Îslamî ya bi navê Ceyşul Fetih demekê berê îsal bajarê Îdlib ku paytexta Parêzgehê ye, xiste bin destê xwe.
Derdora 250 hezar kes ta niha hatine kuştin li dirêjiya 5 salên şerê navxweyî yê Sûriyê û her wiha 4 milyon kes jî, malên xwe bicîhîştin û reviyan derveyî welat.