Kamêre çavê siyem e ji rojnemevan re, bi wê dîmenên jiyanê dike belge û bi awayekî hunerî dide ber çavê bîneran, nexasim ku ew rojenemevan hunermend be û wan wêna bike belge filim û bi wan çîroka xelkê bibêje.
Mêvana vê xelekê ji Deng û Reng, rojnemevan û derhînera belgefiliman Hatice Kamer e (Xecican Farqîn).
Hatice li Farqînê ji dayik bûye û li wir zaroktiya qedaniye.
Li zanîngeha Ege-yê, Fakûlteya Edebiyatê, İzmir, Türkiye, beşê Dîrokê xwendiye ji sala 1996-2000
Di salaên 2012-2014 xwendina Ragîhandinê kir li Zanîngeha Anadoulu
Hetice karê rojnamegeriyê kiriye û bi gelek Radyo û Televizyonên Kurdî re kar û xebat kiriye, ku yek ji wan radiyo Dengê Amerîka ye ji sala 2009 an de ta nuha.
Herwiha jî peyamnêra :
WAAR TV – Duhok – 2013-2014
Televîzyona Kurd 1 TV /Paris, Fransa
Diyarbakır Gün TV / Diyarbekir
Berhemên wê yên belgefilim:
Qiblenameya Dîya Min (Dokumanter Fîlim ( 50’) 2013
Çavlirê (Dokumanter Fîlim) 2010
Ez Ne Nexweş im Dayê 2009
Ji HezaranYek 2008
Berhemên nivîsandinê:
Nivîskar û Edîtor 09/2007 - 05/2009
“ Nêrînek Cuda li ser Rojhelatê”
Xelatên wergirtî:
Xelatên Rojnamegerîyê ya Cemîyeta Başûr Rojhelata Tirkiyê, Beşa Kurdî, Xelata 2’emînîyê ya Bernameya Televîzyonan ya Herî Baş (2012)
Xelatên Rojnamegerîyê ya Cemîyeta Başûr Rojhelata Tirkiyê, Beşa Kurdî, Raporta Radyoyê ya Herî Baş (2014)
Ji bo guhdarîkirina hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke:
Your browser doesn’t support HTML5