Li Malîzya Obama Balê Dikşîne Ser Kirîza Penaberan

Serokê Amerîka Barack Obama berdewame di hewlên xwe de ji bo pejirandina penaberên Sûrî, vê carê bi kombûna li gel zarokên ku bê şûnwar bûyî ji ber tundûtijî û birçîbûnê li Malîzya.

Obama ku niha li Kuala Lampûr e ji bo kombûneke herêmî, îroj şemiyê serdana rêxistan bi navê “Rûmet ji bo zarokan” kir û kombû li gel zarokên penaber yên ku hinek ji wan dê werin Amerîka.

Obama got,”Cîhan ronî dide ser trajîdiya mirovahî li Sûriyê, lê em nikarin ji bîr bikin ku bi milyonan penaberên din hene di bin bandora şer de li cihên din”

Gelek zarokên navendê ew Misilmanin Rohînja ne, reviyan e ji Myanmar a ku piraniya wê Bozî ne û kêmkateya Rohînja li wir rastî neyeksanî û tundûtijiyê dibe.

Obama got,” Dema ez li gel wan axivîm, û wan wêne dikêşandin an xwedina xwe dikirin, min ciyawazî di navbera wan û çi zarokekî Amerîkî de nedît.“

Tê zanîn ku Encûmena Niwêneran a Amerîka bi serkirdayetiya Komarîyan, piroje yasek îmze kirin li dor danîna bendên bêhtir li pêş wergirtina penaberên Sûrî û Îraqî.

Obama ku dê roja duşemê vegera Amerîka, soz da ku ewê Vîto bi kar bîne li dijî vê piroje Yaseyê eger pêwîste.