Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng, hunermendê şêwekar û mûzîkjenê kurd Hesen Ibrahîm - Berzencî ye.
Hesen di sala 1973an de li Gundê Cimayê-Qamişlo ji dayik bû.
Di maleke kurdperwer û hezkirê hunerê de mezin bû, ku bandoreke erênî da ser jiyana wî di paşerojê de .
Di sala 2003an de li zaningeha Helebê, beşê endezyariya electronic qedand.
Di sala 1995an de dest bi xwendina şêwekarî û peykersaziyê kir li navenda Fethî Mihemed li Helebê.
Di sala 1997an de li instutuya mûzîkê fêrî mûzîkê bû.
Hesen bi hemû şêweyên xwe, hunera xwe da pêş û beşdarî çalakiyan bû çi şêwekarî, çi jî mûzêkê û awaz dan hin hunermendên din.
Hesen karîbû şûneke xwe li nav çalakiyan bigere.
ji bo zaneyariyên zêdetir, derbasî malpera wî bibin Berzencî Art
Your browser doesn’t support HTML5
Your browser doesn’t support HTML5