Mehmûd Qadir Li Ser Rewşa Koçberên Gund û Bajarokên Parêzgeha Helebê Diaxive

Rêjîma Sûriye bi piştevaniya êrîşên esmanî yên rûsî şerê xwe berdewam dike, li gund û bajarokên der û berê parêzgeha Helebê, da ku vegerîne jêrî destê xwe ku di encama wan êrîşan de bi hezaran niştecihên wan deveran bûne koçber û berê xwe dane sînorê Tirkiye.

Dengê Amerîka, hevpeyvînek bi berpirsê saziya Biratî ya mafên mirovan li Sûriye, rêzdar Mehmûd Qadir re kir da ku rewşa heyî bêtir ron û zelal bike.

Birêz Qadir dibêje: "Rewşa xelkê zor dijwar e û rê li pêş wan hatine girtin bê ku tu alîkariyê wergirin û Tirkiye jî sînorê xwe li ber wan girtiye ku bi hezaran li wir meşext û bê çar mane."

Herwiha jî birêz Qadir got, rêxistinên xêrxwaziyê nikarin derbasî wan deveran bibin ji ber ku hikûmeta sûrî şerê xwe li wan deveran berdewam dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Mehmûd Qadir_2-13-2016-LA