Êrîşên Esmanî Yên Tirkiyê 67 Çekdarên Kurd Li Îraqê Kuştin

Leşkerên Tirkiyê îro şemiyê gotin Hêzên esmanî yên Tirkiyê êrîşên esmanî birin ser serhildêrên Kurd li bakurê Îraqê û bi kêmanî 67 çekdar kuştin.

Êrîşa 9 mehê hate pêkanîn bi 14 firokên şer F-16 û F-4.

Wan kamp û bingehên Partiya Karkerên Kurdistan PKK ji xwe re kirin armanc.

Leşker dibêjin êrîşan 5 şûn kirin armanc: Qendîl, Metîna, Avaşîn, Heftenîn û Bazyan.

Tê zanîn ku hêzên esmanî yên Tirkiyê ji tîrmeha borî ve êrîşan li dijî PKK dikin, dema ku hewildanên aştiyê têkçûn di navbera hikûmetê û serhildêran de.

Hêjayî gotinê ye PKK wek rêxistineke terorîst tê nasîn ji aliyê Tirkiyê û hevalbendên wê yên rojava ve.

PKK dibêje ew şer dike ji bo mafê Kurdan li welêt.