Ramadan Abdulazîz: Kêşeyên Siyasî Bandorek Neyînî Da ser Alîkariyên Mirovahî Ji Sûrî re

Rewşa mirovahî li Sûriyê di asteke gelekî nizim de derbas dibe ji ber berdewamiya şer di hundrê Sûriyê de û kêşeyên siyasî di nav aliyên şer de, ku bûne kelem li ber gihiştina alîkariyên mirovahî ji xelkên sûrî re.

Di hevpeyvîna Ramadan Abdulazîz birêvebirê Rêxistina Xwendekarê Kurdên Sûriyê li Almaniya de bi Dengê Amerîka re got ku kêşeyên siyasî bûne sedemeke serekî di negihiştina alîkariyên mirovahî ji xelkên sûrî re.

Herwiha jî birêz Abdulazîz anî ziman, ku li tenişata astengiyên jiyanê li Sûriye, kêşeya xwendinyê hey, ku bi hezaran ji şagirtan ji xwendinê dûr ketine û ew ji aliyê xwe guhdanê pê dikin, bi alîkariya mamoste û kesên xwebexş bi taybetî li herêmên kurdî.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, frmo vî faylê deng veke:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Ramadan Abdulaziz-3-12-LA