Kîto Sîno: Medya Roleke Neyînî Di Bûyera Brukel De Dilîze

Paytexta Belcîka, Bruksel di roja Sêşema 22 yê Adarê rastî êrîşekên teroristî hat, ku di encama wan de li nêzîkî 34 kes hatin kuştin û 200 kes din jî birîndar bûne.

Metirsîna ji ber van êrîşan, Bruksel xistiye rewşeke huşdar û awerte, lê ta nuha tu kiryarên tûnd li dijî penaberan nahtine kirin û her kes hewil dide ku bi erkê xwe yê neştumanî rabe.

Di derbarî rewşa heyî de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hunermendê şêwekar Kîto Sîno re kir, da ku rewşa li Bruksel zelal bike û bandora van teqînan li ser kolan û cada Belcîkî bîne ber çavan.

Birêz Sîno dibêje, her kes bi erkê xwe radibe û çalakî bi aştiyane tên kirin di nava bajêr de li dijî terorê.

Herwiha jî Sîno gazin ji medya kir, ku ew bi roleke neyînî di van bûyarn de dilîze û tûna najdperestiyê bilind dike di nav gelê Belcîkî û kesên penaber.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng guhdar bike

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Kito Sîno-3-27-LA