Hevşaredar Serhat Kadirhan Behsa Rewşa Dawî ya Şirnexê Dike

48 roj in kul i Şirnexê qedexe, pevçûn û operasyonên leşkeri didomin. Şer û pevçûn li 7 taxan giran e. Herî dawî du roj berê xeraca otobêsan hatiye şewitandin. Heriha heta neha meytê 15 şervanên YPSê rakirine morga nexweşaxan Şirnexê.

Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan behsa rewşa dawî dike.

Ew dibêje beriya qedexê 63 hezar nifûsa Şirnexê hebû lê neha ji deh hezarî kêmtir kes mane. Ew dide zanîn, kesê ku ji Şirnex derketin neçûne cihên dûr, yan li gundane yan jî li navçênd derdorê.

"Bila mesele bê fêm kirin ku xendek û barikat dewlet jixwe re dike hicet. Armanc qirkirin û talankirina Kurdan e"

Hun dikarin li ser fayla deng gohdariya agahiyên zêdetir bibin.

Your browser doesn’t support HTML5

Xetican Farqin