Pêvçûn Navbera YPGê û Cebhet el-Nusra li Gundê Celemê Derkrtin

Tevî ku rojane dengê pêvçûnên demkî û tophewanan li derdorî gundê celemê tê bihîstin, lê cara yekem di şeva çûyî da pêvçûnên rasterast navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Komên girêdayî el-Nusra li navbera gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê li Efrînê û gundê Selwa yê girêdayî parêzgeha Idlibê derketin.

Li gorî welatiyan piştî cebhet el-Nusra derdorî gund bi tophewanan armanckir, YPGê bersiva wan da, û navenda el-Nusra li gundê Selwa armanckir, pêvçûn derdorî du demijmêran berdewamkir, û tirs kete dilê welatiyan, piştî pêvçûnan agirek li gundê Selwa hate dîtin, tê texmînkirin ku YPGê navenda el-Nusra armanckiribe.

Tê zanîn ku hertim hawildanin ketnavî Efrînê ji gundê Celemê da tên çêkirin, jiberku cîhekî stratîcîke, lê heya niha hawildanên el-Nusra tên têkbirîn, û pêvçşn bê ziyanên canî debasdibin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raport bi deng