Pêşangeheke Fotografî bi Navê Bêhna Dîrokê li Bajarê Efrînê Hate Lidarxistin

Bi insiyatîva rêveberiya şûnwariyê li bajarê Efrînê pêşangehek fotografên kevin ên şopan bi navê Bêhna Dîrokê li navenda çand û hunerê hate lidarxistin.

Pêşangeh ji bo naskirina cihên şûnwariyê li herêma Efrînê hate çêkirin.

Hinek herêm hene divê bêne naskirin, û nirxa wan a dîrokî bê zanîn, li gor birêvebiran

Birêvebir şûnwariyê dibêjin, piştî şerê Sûriyê destpêkir, cihên kevneşopan hatin xemsarkirin, û li hin deveran tê dizîn û wêrankirin. Divê ev deverên dîrokî bi hemû şêweyan bêne parastin, û bi xelkê herêmê bên naskirin.

Tê zanîn ku herêma Efrînê bi şûnwarîû kevneşopan dewlemende, lê ji ber rewşa şer, lêkolîn, û parastin hatine rawestan.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raport bi deng 05_08_16