Genî Mîrzo: Huner û Çanda Kurdî Bê Xwedî Maye Ji Aliyê Saziyên Kurdî Ve

Di 13 meha Gulanê de rêxistina UNESCO ya parastina çand û hûnerê li Parisê kombûnek li darxist ji bo parastina çand, huner û dîroka Sûriye ku jimarek ji mûzîkjenên sûrî lê amade bûn û hunermendê kurd Geni Mirzo jî yek ji wan kesê vexwendî bû.

Di hevpeyvîna birêz Genî bi Dengê Amerîka re di derbarî vê kombûnê de got ku, ew çalakiyek girîng bû ji bo parastina çanda Sûrî ya ku ji hemû miletên li Sûriyê pêk tê û peydakirina pirojeyan ji bo parastina wê.

Gani Mirzo

Genî di kombûnê de bal kişand li ser mûzîka Kurdî û reseniya wê di Rojhilata Navîn de û rola hunermendên Kurd di avakirin û pêşxistina hunera Sûrî bi giştî de.

Wekû tê zanîn ku ji nav hunermendên li wir amade bibûn, hunermendê Ermenî Ibrahîm Kêvo û mûzîkjenê navdar Nûrî Skendr bûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Hunermend Genî Mîrzo-5-21-16