Şeva Doh şemiyê, taxa Wista ya Qamişlo rastî êrîşeke xwekujî hat .
êrîş bi riya 3 xwekujeran pêkhat . di destpêkê de êrîşker bi bombe û fîşekan êrîş pêkanîn û piştre xwe teqanidin .
Fermandarê navnenda ragihandina asayîşa giştî ya Rojava ji bo Dengê Amarîka agahiyên êrîşê anîn ziman û got :
"Êrîş bi riya 3 xwekujeran pêkhat , di encamê de 3 welatî hatin kuştin û 13 birîndarbûn "
Hêjaye balkişandinê ye ku di salekê de ev êrîşa şeşem e li taxa Wista pêk tê , piraniya niştecihên taxê Xiristiyan in .
Daişê êrîşa dawî bi fermî hilgirt ser milê xwe .
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5
Raport bi deng 05_22_16