Hekem Xelo: Tirkiye Nikare Helwesta Amerîka Di Derbarî YPG De Biguherîne

Hikûmeta Tirkiye nerazîbûna xwe diyar kir di derbarî pêwendiyên Amerîka û hêzên Kurdî li Sûriye YPG di operasyona leşkerî ya rizgarkirna Reqa ji destê DAIŞê de.

Birêz Hekem Xelo serokê hevbeş yê encûmena zagonsaziya kantona Cezîrê di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got, ku Tirkiye li dijî mafê Kurdan li Sûriye kar dike û naxweze ku kurd li sûriye bibin xwedî xweserî, ji ber wê jî ew naxwazin ku tu pêwendiyên Kurda bi welatên rojavayî çêbibe û bi taybetî Amerîka.

Herwiha jî birêz Xelo li ser pêwendiyên leşkerî yên YPG, HSD û leşkerên Amerîkî di operasyona rizgarkirna Reqa de dibêje: "Nuha nerjewendiyên Amerîka bi Kurda re heye di şerê li dijî DAIŞê, ji ber wê jî ew pêwendiyên xwe bi hêza kurdî re xurt dike û guh li helwesta Tirkiye ya dijberî YPG, PYD nake."

Agahiyên zêdetir di faylê deng de ye

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Hekem Xelo-5-28-16-LA