Çand û huner nasnama mirovan dide nasîn û girêdanê di nav nefêşên nû û yên kevin de çêdike, wisa hunermenda kurd Lamara Mirangi vî tiştî di berhemên xwe de şîrove dike.
Lamar ku ji malbatek kurdên êzîdiye, tevî sedên malbatên kurd li Gurcistanê bi cî bûne .
Ew di sala sala 1970 î de li bajarê Tbilîsê ji dayîk bûye.
Li zanîngeha perwerdeyî ya dewletê bi diploma sor beşê kîmiya tewa kir.
Di sala 2002 an de, Lamara duyemîn diploma xwendina bilind stend, bi taybetmendiya grafîka kompiyuterê û anîmatsyone
Sala 2003 an dest bi karê hunerê kir, li stûdîya “Art-Max” û bû pispora 3d-grafîkê, dêzayin, anîmatsyon û vîzûalîzatsîya dest .
Ev pisporî bû sedem ku, derîyê cihaneke nû li wê vekir, ya CG (Grafîka kompiyûterîyê)
ji sala 2005 an ve, wê dest bi nîgarkêşiya tabloyan kir.
Berhemên wê bi şêweyên cihê hatine aferandin: rengên rûn, akvarêl, komir, li van pêşnengehan de hatine raber kirin: li stûdîya “Art-Max”, li mala pêşengeha ye Erwropî “JiInên gelê min”, pêşengeha “Bihar di jinê de”, Pêsengeha li mûzêxana Hunerên Ciwan, ya Gurcistanê, pêşengeha “Çemê Tbîlîsî” li mala Kavkazê û cîhên mayîn.
Ji sala 2010 an ve jî wê li ser malperên : www.artgonavt.ru û www.3d-podium.com kar kir, ku mijara wan modêl kirina 3d û anîmatsîya bû.
sala 2014 an êdî rêvebertiya malpera www.kurd-art.com kir, ku armanca wê ew bû, bala nivşen nû bikşîne ser mîrata gelê kurd yê çand û hunerî ye.
Your browser doesn’t support HTML5
Deng u Reng-Lamara Mirangi-LA-06-06-2016
Hunermend Lamara Mirangi