Balafirên Hikumeta Sûrî Nexwşxanên Helebê Bobebaran Dike

Bizavkarên opozisyona Sûrî dibêjin, balafirên hikumeta Sûrîye êrîş biser 5 nexwşxana li bajêrê Helebê dike.

Rêkxistîya Sûrî ya çavdêrîya mafên mirovan ji London ragehand, 4 nexwşxane li bajêrê Helebê û yek li bajêrkê Etarib niha ji kar keftin.

Bizavkarê Sûrî Bara el-Helebî êerîş piştrast kir û got, zarokekî sava di êrîşa biser devera Şear hate koştîn.

Leşkere hikumeta Sûrîye deverên lijêr kontrola oposizyonê li bajêrê Heleb ji berî heftîyekê durpêç kir ko pirsa kêmbûna xarnê bixewve digre.