Hêzên Pêşmerge li Îraqê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên bi serkirdayetiya Amerîka dest bi operasyonekê kirin ji borizgarkirina gundên derdora Mûsil ji bin destê çekdarên Dewleta Îslamî Daiş.
Berpirsên Pêşmergeyan îro yekşemê gotin gelek gund hatine kontrolkirin. Dûman ji wan navçeyan bilind dibe di demekê de şer berdewam e.
Ev operasyona leşkerî gaveke mezin e ber bi rizgarkirina Mûsilê ku duyem mezintrin bajarê Îraqê ye û ev bû du sal in di bin destê Daiş de ye.
Serkirdeyên Îraq soz dan Îsal bajêr rizgar kin.
Tê zanîn, li Mûsil serkirdeyê Daiş Ebû Bekir el-Bexdadî di sala 2014an de "Xîlafet" li Îraq û Sûriyê ragihand.