Şiyar Îsa: Pêwîstiya Civaka Kurdî Gelekî Bi Xwendinê Heye

Xwendin hestiyê piştêye ji avakirina civakê re û pêşketina wê di her deman de, û herwisa jî weşan û belavkirina zanistiyêyek ji erkê herî giran e li ser milê kesên zana û ronakbîr e.

Li bajarê Qamişlo, ku ji destpêka qeyrana Sûriye di nav alozî û kêşan de ye, herdem zarokên wê bi piroje û bîrokên hêja giyanê bajêr vejîn dikin.

Şiyar Îsa yek ji zarokên Qamişlo ye ku piştî xwendina xwe ya bilind li Siwêdê di warê zanistên siyasî, ew vegeriya Qamişlo û li wir dest bi xebatên xwe kir.

Şiyar di sala 2016 an de weşanxaneya DAR damezrand û dest bi xebata weşanê kir.

Şiyar ji Deng û Reng re got:" DAR mîna jiyanê ye û ji ber wê ez dixwazim jiyana pirtûkan vegerînim û wan têxim nav destê gelê xwe."

DAR berê xwe daye pirtûkên kurdî û bi taybetî yên lêkolîn û zanistiyê ve û hewisa jî hemû berhemên nivîskarên kurd, ku karibin derfeta waşan û belavkirinê bibînin.

Şiyar di sala 1982'an de li Qamişlo ji dayik bûye, nuha jî li wir dijî û rêvebertiya weşanxaneya DAR dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Siyar Îsa-09-26-2016-LA