Îvan Hesîb: Tevî Rewşa Dijwar li Sûriye li Bajarên Kurdî Jiyan Berdewam Dibe

Rewşa Bajarên kurdî li Sûriye di astengiyên jiyanê de derbas dibin ji ber şerê rojan li Sûriye û bandora wê li sir jiyana xelkên kurd li herêmên kurdî, herwisa jî êrîşên DAIŞ li ser cavatê bi êrîşên xwekujî û belavkirina tirsê di nav gel de, lê hîna jî jiyan li wan bajaran berdewam dibe.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Îvan Hesîb re kir, da ku rewşa herêmê bîne ber çavan bi taybetî piştî teqîna dawî li Hesekê.

Birêz Îvan dibêje: " jiyan li herêmên kurdî berdewam dibe tevî zorî û zehmetiyên jiyanê û metirsîn çêbûye ji armanckirina civatê ji aliyê DAIŞê ve, lê nayê wateya ku jiyan li wir rawestiya ye."

Ji aliyekî din ve jî, birêz Hesîb li ser bandora amadekariya operasyonên girsayî bo rizgarkirina Mûsilê li ser rewşa herêmên kurdî li Sûriye got, ku bandoreke berçav nehatiye kirin, lê hîna jî şerê DAIŞ li başûrê Hesekê tê berdewam kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Îvan Hesîb-10-15-16-LA.wav