Amerîka Pêşbînî Dike ku DAIŞ Dê Çekên Kîmyayî li Mûsilê Kar Bîne

Amerîka pêşbêniya wê yekê dike ku çekdarên Daiş çekên kîmawî bikar bînin di şerê bajarê Mûsilê, di hewildana vegerandina êrîşa koalisyonê ji bo rizgarkirina bajêr.
Berpirsên Amerîkî pêşbêniya vê yekê dikin li gel ku şiyanên Daiş di pêşxistina van çekan de gelekî sînorkirî ne.
Berpirsekî got hêzên Amerîkî dest bi komkirina parçeyên topên Daiş kirine ji bo ezmûkirina wan û hebûna madeyên kîmawî di nav wan de.
Di bûyereke berê de, hêzên Amerîkî hebûna madeya xerdel di nav çekên Daiş de piştraskirin.
Berpirsekî din, ku nexwest navê xwe diyar bike, ji ajansa Reuters re got, ev yek ji Daiş ne dûre, ki ber şêwazê wan û bêrêziya wan ji yase û pîvanên navnetewî re.
Madeya xerdelê ziyanê digihîne pişikê û çermê mirov, lê ew ne kujere.
Tê zanîn, 5 hezar hêzên Amerîkî niha li Îraqê ne, bêhtirî 100 ji wan li gel hêzên Îraqî û Pêşmerge ne di operasyona rizgarkirina Mûsilê de.