Cemal Mihemed Omer: DAIŞ Berevaniya Xurt Nake

Pêşmerge li enîya Xizir

Hêzên Pêşmergeyên li çend berokên şerê rizgarkirina Mûsilê li gora nexşeyê dariştî pêşketinan dikin û milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞ ji çend gundan derxistine.

Serok Erkanê hêzên pêşmegeyên Herêma Kurdistanê, Cemal Mihemed Omer got DAIŞ berevaniya xurt nake û çend dever vala kirine lê hêzên wan li ser xwe dikevin wan deveran jiber silametiya pêşmergeyan ji bomben çandî û bombrêjkirina malan.

Emîd Cemal gazinde ji rûmalkirina rastewxwe ya pêşhatên şer kir ji aliyê kenalên televîzyonê û got, ew karek xelet e û mixabin kontrola wan nayhê kirin, lê ewê karî bikin bo ragirtina berelaya medyayê li berokên şer.

Your browser doesn’t support HTML5

Ferîq Cemal Omer