Li Efrînê Pêşengeha bi Navê Rengin ji Efrînê Destpêkir

Li navenda çand û hunerê li bajarê Efrîne pêşengeha bi navê “Rengin ji Efrînê” di sala xwe yê şeşemîn de hate vekirin.

Bi hevkariya navbera navenda Maamo ya huner û nîgarê û navenda çand û hunerê pêşengeh hate çêkirin.

Li gorî hunermend Eslan Maamo, armanca wan ewe ku derfet ji şagirtan re bê vekirin ku hestin xwe bi riya nîgariyê derxin, bi taybet di rewşa şer de, ji ber ku gelek êş û astangî dîtin.

Kesayetin çand û şagirt û nûnerin navenda çandê hazirbûn

Çel û heşt şagirt mezin û biçûk beşdarî pêşengehê bûn, wê karûbarê xwe sê rojan berdewambe.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Emîne Misto