Ekrem Heydo: Filimê Bihuşta Min Çîroka Gelê Sûrî Tîne Pêş Çavan

Derhînerê Sînema Ekrem Heydo piştî filimê Helebça, careke din vedgere çîroka welêt û êşa wê di filimê xwe yê nû de Bihuşta min.

Ev filim ji wêneyeke zaroktiya Ekrem destpêkir, dema ew di dîbistanê de bû li bajarokê Serê Kaniyê, ku tê de hemî pêkhateyên bajêr diyar dide û tê de rengê jiyana wê demê di nav civatê de tîne pêş çavan.

Akram Haydo

Ekrem di sala 1973an li bajarê Serêkaniyê ji dayik bû.

Di sala 1995an de tevî malbata xwe koçberî Almanya bûn.

Piştî xwendina Sînema li zanîngeha Hanover û akadimiya Roher di sala 2010, dest bi karê derhîneriyê kir.

Filimê Helebça Xelata Dubê ya sînema di sala 2011an de wergirt.

Filimê wî yê nû Buhişta min xelata Aştiyê di festîvala Dihokê ya sînema de wegirt.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Ekrem Heydo-12-24-2016-LA.wav

Your browser doesn’t support HTML5

Trailer of My Paradise