Hin çavdêr dibînin ku serdana serokwezîrê Tirkiyê Binali Yidirim bo herêma Kurdistan Îraqê û kombûna wî li gel berpirsên herêmê, dê hindek bandor di biwarên siyasî, leşkerî û abûrî de encam bide.
Mamostayê zanîngeha Duhokê abûrnas Hawkar Remezan di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka giringî da vê serdanê û Tirkiyê wek dergehekî abûrî ji bo herêma Kurdistanê anî ziman.
Remezan di axaftina xwe ya li gel Selam Balayî de got divê herêma Kurdistanê girîngiyê bide bazirganiyê û bi taybetî li gel welatên cîran.
Ji bo guhdarîkirina li raporta Selam Balayî faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Selam Balayî 01_08_17