Leşkerên Deryayî yên Amerîka Gulleyên Huşdariyê Davên Gemiyên Îranê

Gemiyeke leşkerî ya hêzên Deryayî yên Amerîka sê gulleyên huşdariyê avêtin gemiyên Îranê li nêzîkî kendava Farisî, li gor berpirsên berevaniya Amerîka.

Ajansa Rueters ragihand ku 4 gemiyên nobedarên şoreşgerî yên Îslamî bi awakî beza nêzîkî bingeha deryayî ya Amerîka dibûn dema leşkerên Amerîka gulle avêtin.

Rûdan qewimî li tengava Hurmuz a di navbera kendava Oman û ya Farisî de.

Berpirsên Amerîkî yên ku nexwestin navên xwe diyar bikin ji Rueters û CNN re gotin wan bi riya Radyo daxwaz ji gemiyan kir ku beza xwe kêm bikin lê wan çi bersiv nedan.

Berpirsan her wiha gotin wêrankera deryayî û balafireka helikopter a Amerîka her wiha dûman berdan.