Rojnamevan Karwan Baedrî: Ezê di Rêka Dadgehê re Daxwaza Mafê Xwe Bikim

Rojnamevan Karwan Ba’edrî: Ezê bi Rêka Dadgehê Daxwaza Mafê Xwe Bikim

Berpirsê Lîjna Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) li bajarokê Baedrê rojnamevan Karwan Hacî Baedrî ji mala wî derxist û li baregayê Lîjna partî bêrêz li hember wî hate kirin û eşkence li wî hat kirin.

Rojnamevan Karwan Ba’edrî sedema girtin û eşkencedanê, bi sedema weşana postekî Facebookê ve girê dide, ew dibêje di wê posta Facebookê de wî rexne li karbidestên hikûmetê û partî girtine jiiber ku xelkê deverên dî jibo karên li kampên penaberan û kompaniyên biyanî li devera wan dadimezrînin û xortên devera wan ji bêkariyê rû dikin derve.

Rojnamevan Karwan Hacî Ba'edrî Berî Êrîş li dij bihêt kirin

Baedrî got ew di rêka dadgehê re daxwaza mafê xwe dike û . Wî got jî, divêt karbidestên herêmê bikaribin mafê min wergirin. Li heman dem, Xoşnav Cemîl, endamê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê gote VOA, sendîka dê pêdaçûnê bi keysê Baedrî de bike û nabe rojanmevanekî çalak yê wek Karwan li ser bîr û baweran bê eşkencedan.

Your browser doesn’t support HTML5

Karwan Haci Baerdri