Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim îro çarşemê got desteya hilbijartinan a bilind pêşbîne vê hefteyê dema referandomê ragihîne li dor guhertinê destûrî ku dê desthilatdariya serokatiyê dirêjtir û berferehtir bikin.
Yildirim di kombûneka berpirsên partiya desthilatdar AKPê de got diyare referandom dê di navbera 1 û 20 meha gulanê de bê lidarxistin.
Wî got:
"Ez bawerim serok dê vê hefteyê erê bike û dem dê bête destnîşankirin."