Şandeke Almanya Dibêje Erdogan Li hember Kurdan Şer Daye Destpêkirin

Serokê Partîya Cep a Almanaya yê Bernd Riexinger û Parlementerên Almanyayê Andrej Hunko û Martina Michels li Stenbolê bi parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan Filiz Kerestecîoglu û parlementera HDP ya Amedê Feleknaz Ûca re hatin gel hev

Heyeta Alman ku xwest bi hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag re hevdîtin pêk bîne rastê astenga destûrê hatin

Bernd Riexinger ji Dengê Amerîka yê hizrên xwe anî ziman û got:

“Recep Tayyîp Erdogan li hember kurdan şer daye destpêkirin bi taybetî jî hewldana Erdogan ev e ku pêşîya xweserîya demokratik ya herêmî li pêşîya Kurdan digre û nêzîkatiya wî bi vî awayî ye. Helbet ne tenê li dijî kurdan li dijî hemû gelê Tirkîyê jî di nava tevgereka wiha de ye.”

Parlementera Alman Martina Michels bal dikşîne ser rewşa Tirkîyê û dibêje:

“Ez pir caran hatin Tirkîyê lê vê carê bi rastî ez matmayî mam ku pêşî li otorîtrerî nayê girtin. Di derbarê mafên mirovan, ifadekirina fikr û ramanê de ,azadîya çapemenîyê de dibinim ku rewş ber bi xirabîyê ve diçe û bi taybetî jî ez dibinim ku muxalefeta siyasî di bin fişarê de ye. Elbet hizrê me hene ku îro em hatin li vir. Berpirsîyarîya me di vî warî de heye ku em hatin vê rewşê nîşanî ewrûpayê bidin ji be ku;yekîtîyên ewrûpayê û ewrûpa div ê warê de qelsin”

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Zozan Yaşar 02_11_17