Xalid Omer: Civata Kurd li Sûriye Xemgîn e ji Ber Şerê Herdû Hêzên Kurdî li Şengalê

Di doh îniyê de pevçûn û şer di nav Hêza Yekîniyên Parastina Şengalê û Hêza Pêşmergên Roj li Şengalê çêbû, ku ew bû cihê balkişandina medya û civata kurdî.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar Xalid Omer re kir, ku li Qamişlo dimîne da ku karvedana vî şerî li ser civata siyasî û ya gelê kurd li herêma Cezîrê ron û zelal bike.

Birêz Xalid anî ziman, ku ev şer cihê xemgînî û nerazîbûnêye ji gelê Kurd re li Cezîrê ye.

Birêz xalid dibêje ku hewildan ji herdû aliyên serekî yên siyaseta kurdên Sûriye dibin bo çaresekirina van nakokiyan û rawestandina şer di nav herdû hêzên kurdî de .

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Xalid Omer-3-4-2017-LA.wav