Di Roja Yekê ya Cejnê de, Efrînîyan Serdana Cangorîyan Kir

Di roja yekê ya Cejna Ramazanê de gelê Efrînê serdana gorên cangorîyên Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG- YPJ) û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kirin.

Ji seetên sibê de, bi hezaran hemwelatî û malbatên cangorîyan, berê xwe dane her du goristanên gundê Metîna û gundê Qaziqlî û gurzên kulîlkan danîn ser goran û şervan bi bîr anîn.

Di serdanan de herwiha şîranîya cejnê hatin belav kirin û hemwelatî eyda hevdu pîroz kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji destpêka şerê li Sûrîyê de bi hezaran şervanên keç û xort yên ji Efrînê li cîh û deverên cuda li Rojava û Bakurê Sûrîyê li dijî DAIŞ'ê û komên tundrê şer kirine û bûne cangorî.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo

***

Kerem kin çend fotoyên ji serdana goristanê bibînin:

Efrînî di Cejnê de Cangorîyên Xwe bi Bîr Tînin