Tîrêj: Rêkeftina Amerîka û Rûsya li Dor Sûriyê

Piştî kombûnekê di navbera Trump û Putîn di çarçoweya kombûnên G20 de, Amerîka, Rûsya, û Urdun gihîştin rêkeftinekê li dor agirbestekê û kêmkirina tundûtijiyê li başûrê Sûriyê.

Agirbesta ku biryare sibe yekşemê dest pê bike, dê hin herêman vehewîne ku gelek tevlîhev in û bandorê didin ser ewlekariya Urdunê, li gor wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson.

Tiştê nû di vê rêkeftinê de çiye û dikare li ser erdê çi biguhêre?

Gelo nêzîkbûna Amerîka û Rûsya li dor Sûriyê dikare bibe bingeha dîtina çeresereiyeke siyasî ji bo şerê Sûriyê?

Bandora vê rêkeftinê li ser şerê berdewam ê bakurê Sûriyê dê çawa be?

Bernameya Tîrêj van pirsan û hin pirsên din di vê derbarê de bi beşdarbûna du mêvanan şîrove dike:

Lêkolîner Zekeriya Huserî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û parêzer Ebdella Îmam ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Tîrêj 08_07_17