Amerîka Dibêje, Nema Êdî Çekan Didin Şervanên Kurd li Sûriyê

Serokê Amerîka Donald Trump di axftina xwe ya bi serokê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan re bi riya telîfonê doh, roja Înê got, ew nema çekan didin kurdan li Sûriyê ş ewê lihevanînek di vî warî de pêkanîye.

Herwiha wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Cavusoglu got, ku ev gaveke baş e, lê pêwîst bû, ew pêngav ji zû ve bihata avêtin.

Qesra Sipî ji aliyê xwe ve, ev biryara serok Trump piştrast kir û got, ku di meha Gulanê de, hikûmeta Amerîka bi serokatiya Trump biryar da bo dana çekan ji Kurdên Sûriye re, bo şerê li dijî DAIŞ û rizgarkirina Reqa ya ku bibû paytext ji DAIŞê.

Ev gav tê, ji bo çareserkirina pêwendiyan di nav Tirkiye û Amerîka de, piştî derketina alozî û nakokiyan di nav herdû aliyan de, ji ber piştevaniya Amerîka ji hêzên Kurdî/YPG re li Sûriye û pirsgirêka Fethula Gulan yê ku li Amerîka dimîne.

Cavusoglu got, ew bi Edrogan re bû di dema ku bi Trump re di axivî û got Serokê Amerîka zelal kir, ku nema çekan didin kurdên Sûriye û ji ber wê em gelekî bi kêfin.

Lê Pentagon û wezareta derve ya Amerîkî gotin, ku hayê wan ji vê guhertina di derbarî kurdên sûriye de tune ye.