Tîma Hîlal a Kurdî Derbasî Çampîyona Sûrî Dibe

Your browser doesn’t support HTML5

Piştî çar salan ji avakirina wê, tîma Hîlal a futbolê ya Kurdî ku nûnertîya parêzgeha Hesekê dike, karîbû bibe yek ji tîmên Xula Taybet a Sûrîyeyê. Şênîyên bajarê Qamişlo bi def û zurneyan pêşwazîya lîstikvanan kir.